Rêxistina HRANA’yê di derbarê binpêkirinên rejîma Îranê ya li beramberî gelên Îranê de hin agahiyên nû parve kir.
Li gor agahiyên rêxistinê belav kirine, ji destpêka xwepêşandanên ku ji 28’ê Kanûna 2025’an destpêkirine ve, 24 hezar 669 kes hatine binçavkirin. 3 hezar 919 kes hatine kuştin, 2 hezar û 109 kes jî birîndar bûne.
Hatiye diyarkirin ku di nava kesên hatine kuştin de 25 zarokin. Her wiha medyaya ser bi rejîma Îranê dîmenên 145 xwepêşanderan weşand ku neçar mane îtîraf bikin, daku xwepêşander wek ‘têkder’ pênase bikin.
Her wiha hatiye gotin ku hîna jî gelek cenazeyên xwepêşanderan di nexweşxaneyên tiba edlî de hene. Hêzên rejîma Îranê zext li ser malbatan dikin ku bi bêdengî û şev cenaze veşêrin. Hêzên rejîmê belgeyek ku van mercan qebûl bikin û îmze bikin, didin malbatan. Ger malbatan belge îmze kirin dikarin cenaze wergirin.